Li Diyarbekirê temamê hazirîyên ji bo bernameya “Mewlida Nebî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Cîhadê” wê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê lidarxistin, hatin temamkirin û bername bo coş û şahîyeke mezin dest pê kir.
Îro ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Diyarbekirê bernameya “Mewlida Nebî” ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Cîhadê” lidarxistin. Amadehîyên ji bo bernameyê tev qedîyan û cihê bernameyê û temamê bajêr bi pankart û afîşan hat xemilandin. Bernamaya ku li Parka Newrozê Qada Mîtîngê tê lidarxistin û li ser ekranên Rehber Tv û medyaya civakî zindî tê dayîn di seat 13.30ande dest pê kir.
Li qada bernameya Mewlida Nebî hat dîtin ji bo mêvan û ehlê bajêr birçî û bê av nemînin kermes hatiye vekirin û qada bernameyê bi al û bayraqên tewhîdê hatine xemilandin.
Her wisa li qadê hat dîtin ji bo zarokên windabûyî, kesên ku nexweş bikevin û ji bo îxtîyacên din ên însanan kon hatin danîn.
Bi hezaran kes beşdarî bernameya mewlidê ya bi mijara “Hz. Muhammedê Rêberê Cîhadê” ya ku li Parka Newrozê Qada Mîtîngê tê lidarxistin bûn.
Ji bajêr û navçeyên derdorê jî gelek kes beşdarî bernameya Mewlida Nebî bûn. Bernama bi xwendina Quranê ya ji teref Doç. Dr. Rifat Ablay dest pê kir û bi xwendina mewlidê berdewam kir.
Di bernameyê de ew ê ji teref Serokê ‘Alimên Filistînê Dr. Newaf Tekrurî û Menaf Adiyaman ve axavtinek bê kirin.
Dawîyê de jî Mehmet Goktaşê Serokê Fexrî yê Weqfa Evîndarên Pêxember wê axaftineke bike.
Ew ê bernama bi xwendina îlahî û ezgîyan berdewam bike û ew ê bi diaya ku dê bê kirin bi dawî bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Parastin a Netewî daxuyand ku ew li di operasyoneke asîmanî de 12 endamên PKKê kuştine.
AFADê daxuyand ku di Behra Egeyê de di mezinahîya 4,5an de erdhejek pêk hat.
Li peravên navçeyên Foça û Urlaya Îzmîrê 50 jê zarok 186 koçberên ku bi neqanûnî dixwestin biçin derveyê welat ji teref ekîbên Ewlehî ya Sehlê ve hatin qefaltin.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya diyar kir ku di operasyonên "Kiskaç-15" yên dijî FETO de 544 şikdar hatin girtin.